Alîkarê Wezîrê Pêşmerge: Xendeq bi fermana hikûmetê tê kolandin

13-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Enwar Hacî Osman, diyar kir ku xendeqa ku li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê tê kolandin, bi fermana hikkûmet û wezareta pêşmerge tê kolandin.

Alîkarê wezîrê pêşmerge Enwer Hacî Osman, îşev beşdarî bernameya “8:00” a Rûdaw TV bû û li ser kolandina xendeqê li ser sînorê Rojava û Başûr agahî û daxuyanî da.

Enwer Hacî Osman, got ku ew xendeq ji bo parastina sînorê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê tê kolandin ji ber ku ew sînor, sînorekî aloz û hetiyar e.

Alîkarê wezîrê pêşmerge li ser nerazîbûn û daxuyaniyên PYDê derbarê kolandina xendeqê de jî axivî û got, fermana kolandina wê xendeqê ji aliyê PDKê ve nehatiye dayîn ji ber ku biryara wê xendeqê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi alîkariya wezareta pêşmerge hatiye dayîn.

Enwer Hacî Osman, her wiha anî ziman ku wezîrê pêşmerge Şêx Mistefa Ceifer jî ku endamê YNKê ye, li ser kolandin û xilaskirina wê xendeqê rijd e.

Osman ku endamê PDKê ye, bi tundî rexne li PYDê jî girt û got, PYD fêr bûye di hemû tiştekî de PDKê tohmetbar bike ji ber ku bi fermana axayên xwe tevdigere.

Li gorî gotina alîkarê wezîrê pêşmerge, dirêjiya xendeqa li ser sînorê Rojava û Başûr 26 km û par di encama aloziya navbera hêzên pêşmerge û Iraqê de ketiye bin kontrola hikûmeta Herêma Kurdistanê, beriya wê jî di destê lêjneya ewlehiyê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û tabûreke artêşa Iraqê de bû lê wê tabûrê nekarî ewlehiya sînor biparêze.

Enwer Hacî Osman, anî ziman k xendeqa li ser sînorê Rojava û Başûr ti ferqa wê bi xendeqên ku li Hewlêr û Kerkûkê tên kolandin, nîne û ragihand, ew sînor bi sedan çekên giran û sivik tê parastin lê dîsa jî qaçaxçîtî li ser tê kirin.

Derbarê fikar û nerazîbûnên PYDê li hember kolandina xendeqê jî Enwer Hacî Osman got, wê xendeqê dilnexwazên Herêma Kurdistanê şepirze kiriye, ez nizanim PYDê çima ev mesele mezin kiriye, kolandina wê xendeqê rêgirtin e li hember çûn û hatina xelkê Rojavayê Kurdistanê.

Beriya niha sekreterê giştî ê wezareta pêşmerge Cebar Yawer li ser xendeqê jî gotibû, wezareta pêşmerge agahdarî wê xendeqê nîne. Osman li ser daxuyaniya Yawer got, dibe ku rewşa tenduristiya Cebar Yawer baş nebe ku ew daxuyanî daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst