Hewramî: Piraniya alîgir û rêveberiya opozîsyonê deng didin Barzanî

13-04-2013
Sasan Kotolî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê encumena serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî, diyar kir ku pişkek mezin ji alîgir û rêveberiya opozîsyona Herêma Kurdistanê dixwazin Barzanî cardin bibe serokê Herêma Kurdistanê.

Hefteya borî opozîsyona Herêma Kurdistanê ku ji tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan (YÎK) û Komela Îslamî ya Kurdistan (KÎK) pêk hatiye, dijîtiya xwe li hember dirêjkirina heyama serokatiya Herêma Kurdistan û dubarekandîdkirina Mesûd Barzanî ji bo serokatiyê ragihandin.

Li ser vê yekê endamê encumena serokatiya PDKê Hêmin Hewramî ji Rûdawê re ragihand, ew helwesta opozîsyonê helwesta hemû opozîsyonê nîne, ji ber ku pişkek mezin ji alîgir û rêveberiya opozîsyonê dixwazin Mesûd Barzanî cardin bibe serokê Herêma Kurdistanê.

Hewramî ku di heman demê de berpirsê pêwendiyên dîplomatîk ê PDKê ye, wiha axivî: “Em ji vê piştrast in ku eger hilbijartin bê sazkirin piraniya alîgir û rêveberiya opozîsyonê dê deng bidin Barzanî.”

Opozîsyona Herêma Kurdistanê dibêje ji ber ku Mesûd Barzanî 2 caran bûye serokê Herêma Kurdistanê êdî li gorî qanûnê nikare cardin bibe serok. Lê li gorî hinek pisporên qanûn û hiqûqê, Barzanî heta niha tenê carekî ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin û li gorî qanûnê jî dikare 2 caran ji aliyê gel ve bê hilbijartin, lewre carekî din mafê wî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst