Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Di-Enê , CHP bi rêjeya ji sedî 33,7ê dengan di rêza yekem de cih digire, AK Partî jî bi rêjeya ji sedî 30,9 duyem e.
Kompanya Lêkolînê ya Di-Enê 12ê Adarê encamên rapirsiya ku Ii 16 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gel 2 hezar û 956 kesan kiribû eşkere kirin.
Li gorî encamên rapirsiyê, CHP yekem, AK Partî duyem, DEM Partî sêyem û MHP jî çarem e.
Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartina giştî bê kirin, hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye kirin.
Li gorî bersivan rêjeya dengê partiyan wiha ye:
CHP: Ji sedî 33,7
AK Partî: Ji sedî 30,9
DEM Partî: Ji sedî 9,6
MHP: Ji sedî 8,7
Partiya Zafer: Ji sedî 4,4
Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 4,2
ÎYÎ Partî: Ji sedî 3,7
TÎP: Ji sedî 1,4
Yên din: Ji sedî 3,4
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse