TPAO dê li gel şirketên Amerîkî li Amedê li petrolê bigere

Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa dewletê ya lêgerîn û hilberîna enerjiyê Hevbeşiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO), ji bo diyarkirina çavkaniyên petrol û gaza xwezayî li herêma Amedê bi şirketên Amerîkî Continental Resources û TransAtlantic Petroleumê re peyman îmze kir.
Bayraktar li Amerîkayê ragihand
Li gorî nûçeya Reutersê, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar doh beşdarî konferansa CERAWeek a li Amerîkayê bû.
Alparslan Bayraktar li konferansa CERAWeekê got, “Ez hêvî dikim ku ev peyman a ku qonaxeke nû di lêgerîna petrolê li Tirkiyeyê de vedike ji bo hemû aliyan re li ser xêrê be."
Li gorî peymanê, her sê şirket dê li herêma Amedê çavkaniyên petrol û gaza xwezayî yên ne-konvansiyonel pêş bixin.
"Çavkaniyên dest destlênedayî hene"
CEOyê Continental Resources Doug Lawler jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şirket 57 sal in di warê lêgerîna petrolê de çalak e û wiha got:
"Em dibînin ku li Tirkiyeyê potansiyeleke mezin a çavkaniyên destlênedayî hene.
Em kêfxweş in ku em di warê rêbazên ne-konvansiyonel ên keşifkirin û derxistinê de bi TransAtlantic û TPAO re hevkariyê dikin ku dê sûdwergirtina temam ji van çavkaniyan pêk bîne."