Mesrûr Barzanî: Em di bin ti zextan de jî dev ji mafên xwe bernadin

13-03-2024
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Stephen Hitchen Balyozê Brîtanyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Em di bin ti zextan de jî dev ji mafên xwe bernadin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen qebûl kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de her du aliyan hev ra bûn ku peywendiyên dualî bên başkirin, rewşa giştî ya Îraq û navçeyê, pêşhateyên dawî û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya destûr û prensîbên danûstandinan de bên çareserkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, “Her du alî li ser giringiya parastina ewlehiî û aramiya Herêma Kurdistanê û rêzgirtina li pêgeha federal û destûrî ya Herêma Kurdistanê hev ra bûn.”

Li aliyê din Balyozê Brîtanyayê jî bala kişand ser weê yekê ku hevbeşiya welatê wî ya bi Herêma Kurdistanê re giring e û got:

“Em dê li ser hevahengiya berfireh a li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bin.”

Mesrûr Barzanî jî tekezî li ser wê yekê kir ku “Herêma Kurdistanê dê mafên xwe yên destûrî biparêze û di bin ti zextan de jî dev ji mafên xwe bernade.”

Piştgiriya ji bo reformên Wezareta Pêşmerge, giringiya parastina mafên pêkhateyên Kurdistanê û pêwîstiya pêkanîna encûmena federal mijareke dinê hevdîtinê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst