Şirnex - Zarokê 4 salî li nav zeviyan tiştek dît, li malê pê de teqiya û mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Basan a Şirnexê zarokekî 4 salî ji ber tiştekî ku li nav zeviyê dît û anî malê teqiya û jiyana xwe ji dest da, dayika wî jî bi giranî birîndar bû.

Li bajarokê Findikê yê navçeya Basan zarokê 4 salî yê bi navê S.D. dema li zeviyê dilîst tiştek dît û anî malê.

Dema zarokê 4 salî li malê bi wî tiştî lîstiye teqîn çêbûye û di encam de zarok û dayika wî R.D.ya 46 salî bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û dayik û kurê wê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Basan.

Li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanên bijîşkî S.D.yê 4 salî nehat rizgarkirin.

Herwiha tîmên tenduristiyê dêya wî R.D.yê jî rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Hatiye ragihandin ku rewşa tenduristiya dayikê xerab e.