Li Geverê derdora 30 xwendekaran ji ber xwarinê bi jehrî ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li dibistana gundekî navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê derdora 30 xwendekaran ji ber xwarinê bi jehrî ketin.

Li gor zanyariyên di Ajansa Mezopotamyayê de belavbûne, roja 13ê Adara 2023an li dibistana seretayî û navendî ya gundê Dêlêzê yê girêdayî navçeya Geverê derdora 30 xwendekaran bi wê xwarina ku di danê nîvro de li dibistanê xwaribûn bi jehrî ketin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn dibistanê û xwendekarên ku bi jehrî bûne rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Piştî pişkinînên li nexweşxaneyê dereket holê ku ew xwendekar ji ber xwarina lefe  û dewê ku dema wî bi serdeçûye bi jehrî ketine. 

Hat ragihandin ku rewşa tendirusytî ya xwendekaran baş e.