Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo herêma erdhejê hişyariya baranê da

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku li herêma erdhejê Dîlok, Kilîs, Semsûr û beşek parêzgehên wek Riha û Amedê yên Bakurê Kurdistanê dê baraneke zêde bibare û tê pêşbînîkirin li hinek parêzgehan jî toz bibare.

Saziya Keşnasî ya Tirkiyê îro Duşemê 13ê Adara 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku li 11 parêzgehên herêma erdhejê di nav hefteyekê de dê baraneke zêde bibare û ji bo lehiyê hişyarî hat dayîn.

Saziya navborî hişyarî daye parêzgehên wek Semsûr, Hatay, Amed, Riha, Mereş, Kilîs, Xarpêt, Osmaniye, Edene, Meletî û Dîlokê ku dê baraneke zêde bibare û egera lehiyê heye ku zerarê bide welatiyan.

Li herêma erdheja 6ê Sibatê piraniya xelkê li derve ne û di rewşeke wiha ya hewayê dê bandoreke nerênî li jiyana wan dike. Herwiha heman rojê ji bo beşek parêzgehan hişyariya ba bahozê jî hatiye dayîn ku dibe sedema têkçûna çadirên hatine vedan.