Rûsya: Em dê 200 zarokên DAIŞê ji Bakurê Sûriyê vegerînin

13-03-2023
RÛDAW
Nîşan Rûsya Rêveberiya Xweser Zarokên DAIŞê Maria Lvova-Belova
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komisyara Serokatiya Rûsya ji bo mafên zarokan Maria Lvova-Belova dibêje, ew li gel Rêveberiya Xweser rêkeftine ku 200 zarokên Rûsî ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerînin Rûsyayê.

Rûsya û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Yekşemê li hev kirin ku 200 zarokên din ên DAIŞê yên ku li kampên Roj û Holê li bakurê rojhilatê Sûriyê girtî ne, vegerînin welatê wan.

Maria Belova dema ku ji Sûriyê vegeriya ji medya Rûsî re axivî.

Belova ji rojnamevanan re got, "Lihevkirinek bi rayedarên aliyê Kurdî re hatiye kirin ku di demeke nêzîk de 200 zarokên din ên Rûsî ji Sûriyê bibin malên xwe."

Her wiha Belova got ku Serokê Rûsya Vladimir Putin ji bo vegerandina zarokên Rûs jê xwestiye ligel Kurdên Sûriyê kar bike, Putin gotiye karkirina ligel Kurdan ji karkirina ligel Amerîkiyan asantir e.

Rûsyayê roja Şemiyê 49 zarok vegerandin welatê xwe, ku ji sala 2018an vir ve hejmara giştî ya welatîyên vegeriyayî gihişte 399an. Hejmareke zêde ji wan zarok bûn. Rûsya di cîhanê de di nav welatên herî pêşîn ên vegerandinê de ye.

Nêzîkî 4 hezar û 500 welatiyên Rûsyayê li Sûriye û Iraqê tevlî DAIŞê bûne. Piraniya rizgarbûyan niha li kampên Roj û Hawlê ne ku ji aliyê Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên ewlehiyê (Asayîş) ve tên birêvebirin, yan jî li yek ji çend girtîgehên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst