Dayîkeke li Efrînê: Eger ez mirim li ser kefenê min ala rengîn û sûretê Barzanî deynin

13-03-2023
RÛDAW
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi berdewamî li Cindirês û Efrînê alîkariya mexdûrên erdhejê 6ê Sibatê dike
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi berdewamî li Cindirês û Efrînê alîkariya mexdûrên erdhejê 6ê Sibatê dike
Nîşan Erdheja Mereşê Cindirês Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dayîkeke Kurd li Efîrnê, dema Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyê li gundê wê belav dike bi girî dibêje: “Eger ez mirim li ser kefenê min ala rengîn û sûretê Barzanî deynin.”

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi berdewamî li Cindirês û Efrînê alîkariya mexdûrên erdhejê 6ê Sibatê dike û Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li gundan alîkariyên weke xwarin, cil û berg, betanî û doşekan belav dikin.

Her cihê ku li Efrînê û Cindirêsê tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xwe gihandinê, bi sembol û hestên netewî têne pêşwazîkirin. Yek ji gundên ku Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihandinê Gundê Miskê yê Efrînê ye û li wî gundî jî dayîkeke Kurd kêfxweşiya xwe nîşan dide.

Dema tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Gundê Miskê alîkariyê belav dike dayîka ji Efrînê karmendê dezgehê yê bi navê Bedredîn Necmedîn hembez  dibêje: “Êdî mirin ne xema min e, dema ez mirin ala rengîn û sûretê Barzanî (Mele Mistefa Barzanî) li ser kefenê min deynin.”

Dayîk hewiha dibêje: “Ez çiqas nexweş bim û di nava cihan de bim jî, dema ku dibêjin Barzanî ez li ser piyan disekinim û hemû nexweşiyên min diçin, namînin. Barzanî û Kurdistan di nav dilê min de ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst