Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê ji bo ziyanditiyên erdhejê firinek vekir

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Xêxrwaziya Barzanî li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo ziyanditiyên erdhejê firinek vekir.

Ev firin wê rojane û ji bo dema 3 mehan nan bê beramber bide nêzîkî 4 hezar malbatên bajarê Efrînê û gundên wê yên ku ziyan ji erdheja 6ê Sibatê dîtine.

Ev firne wê rojane 46 hezar nanî berhem bîne, û bi alîkariya Encûmena Sivîl a bajêr li ser xelkê were belavkirin.

Berpirsê alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo Efrîn û Cindirêsê Rewac Hacî dibêje “Em li nav bajarê Efrînê ne û di rêya Meclîsa Efrînê de ji bo dabeşkirina nan bo 3 hezar û 700 malbatan me dest pêkiriye ku em bikaribin xizmeta vî gelî bikin. Em rojane 4 ton ard dikin nan ku 46 hezar nan jê derdikevin. Ji her malbatekî re rebteyekî didin ku 12 nan tê de hene. Hêvêdîrin em bikaribin xizmeta vî gelî bikin.”

Nêzîkî 2 hezar rebte nan wê li nava bajarê Efrînê bê dayîn, xelk bi vekirina wê firnê û belavkirina nan kêfxweş in.

Welatiya Efrînê got “Em muhtacê nan in û spasiya vê xêrxwaziyê dikin, siheta we xweş Mesûd Barzanî. Ev alîkarî ji milet re pir rind e. siheta we hezar hezar car xweş em pê pir kêfxweş in.”

Nêzîkî 2 hezar rebte nan jî wê bi otombêlên taybet ji bo gundewarên Efrînê bên şandin û ji aliyê karmendên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve li ser xekê bên belavkirin.

Welatiya Efrînê anî ziman “Bimînin di xweşiyê de, ji vê bilindtir bibin ji vê rindtir bibin û li ser serê me ne. Malên me jî erdhejê de zirar dîtine.”

Ji roja 10ê meha borî ve û Heta niha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 50 kamyonên alîkariyên mirovî derbasî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kirine, û bi ser xelkê wê de belav kirine.