Li Şirnexê 2.5 milyon lîreyên kesekî hatin dizîn

13-03-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Şirnex Cizîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve, bi bihayê  2.5 milyon lîreyan diravê xwediyê nivîsîngeheke pevgugherîna dirav hat dizîn. Derbarê bûyerê de sê kes hatin destserkirin, lê ew pere hîn nehatiye dîtin.

Li gor zanyariyan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, piştî xwediyê nivîsîngeha pevguherîna pere û diravan Maruf Budak nivîsîngeha xwe digire, çend gumanbar heta ber deriyê mala wî wî dişopînin.

Piştî ku dikeve hindirê avahiyê gumanbarek êrîşî Budak dike û elageyê ku têde bi bihayê 2.5 milyon lîre dirav hebûn didize û direve.

Budak û hevalekî xwe hewil didin li pey biçin, lê ew  gumanbar li motosîkletekê siwar bû û di demek kurt de ji cihê bûyerê dûrket.

Maruf Budak hevalê xwe piştî bûyerê çûn navenda ewlekariyê û gilî tomar kirin.

Hêzên ewlekariyê li ser giliyê lêkolîn dan destpêkirin.

Di çarçoveya lêkolînan de navnîşana gumanbaran ji kamîreyên çavdêriyê hat destnîşankirin û di operasyonekê de 3 kes hatin desteserkirin.

Gumanbarên destserkirî bo rêveberiya ewlekariyê hatin birin û derbarê wan de karûbarên yasayî hatin destpêkirin.

Hat ragihandin ku ew pereyê dizîbûn di encama lêgerînên li navnîşanên gumanbran de nehatine dîtin û lêkolînên li ser bûyerê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst