Wezareta Pêşmerge: Ev êrîş destdirêjiyeke aşkere ye

13-03-2022
RÛDAW
Nîşan Wezareta Pêşmerge Hewlêr Êrîşa Mûşekî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê têkildarî êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê ragihand, “ev êrîş destdirêjiyeke aşkere ye bo ser ewlehî, istiqrar û pêkvejiyana pêkhateyên navçeyê” û tekez kir, “êrîşên bi vî rengî îradeya gelê Kurdistanê lawaz nakin û bi îradeya ji pola ya pêşmergeyan em dê li beramber metirsî û gefan rawestin.”

Yekşembiyê 13ê Adara 2022 derengê şevê bi 12 mûşekên balistîk êrîş li ser çend deverên Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin ku di encamê de 2 kesên sivîl birîndar bûn û gelek zirarên maddî çê bûn.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê têkildarî vê êrîşa mûşekî daxuyaniyek weşand û têde êrîş şermezar kir û ragihand,  “Em dubare dikin ku ev (êrîş) destdirêjiyeke aşkere ye li ser ewlehî, istiqrar û pêkvejiyana pêkhateyên nevçyê.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Êrîşên bi vî rengî nikarin îradeya gelê Kurdistanê lawaz bikin û em dê bi îradeya ji pola ya pêşmergeyan li beramber metirsî û gefan rawestin.”

Wezareta Pêşmerge herwiha bang li hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî dike û dibêje, “Em daxwaz ji civaka navdewletî û Hikûemta Federal a Iraqê dikin karên ciddî bikin li ser van êrîş û gefan.”

Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamiya Îranê îro bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê li xwe girt û îdia kir,

ku “Navenda Plangêrî û Xirabiyê ya Stratejîk a Siyonîstan” hatiye armanckirin, îdiayek ku ji aliyê hikûmet, sazî û berpirsên Herêma Kurdistanê ve bi tevahî hat redkirin.

Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe de gotiye, “Di encama tawanên vê dawiyê yên rejîma sexte ya Siyonîst û ragihandina ku ew tawan bê bersiv namînin, şeva derbasbûyî Navenda Plangerî û Xirabiyê ya Stratejîk a Siyonîstan bi mûşekên bihêz ên Supaya Pasdaran hat armanckirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku îdiayên “Armancên Îsraîlê hatine lêdan” tenê ji bo “veşartina vê tawana qirêj e”.

Di daxuyaniya hikûmetê de hatiye, “Ev çendîn car e Îran van destdirêjiyan dubare dike û bêdengiya civaka navdewletî li hember van êrişên tirsonek, rêxweşker dibe bo berdewamiya tawanên bi vî awayî.”

Dije Terora Herêma Kurdistanê demeke kurt piştî êrîşê daxuyaniyek da û da zanîn ku muşek ji derveyî sînorên Iraq û Herêma Kurdistanê û “ji aliyê rojhilat ve” hatine avêtin.

Derbarê cureyê mûşekan de Dije Terora Herêma Kurdistanê eşkere kir ku êrîş bi “mûşekên balîstîk” hatiye encamdan û diyar kir, “Li gorî zanyariyan demjimêr 01:00ê şevê bi 12 mûşekên balîstîkî Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hatiye armanckirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst