Îstixbarata Tirkiyê li Efrînê ciwanekî Kurd revand

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Istixbarata Tirkiyê berî çend rojan ciwanê bi navê Mihemed Nûr Cefer ji gundê Qîbarê yê ser bi Efrînê ve revandin û piştî çend rojên din radestî girûpekî çekdar a opozîsyona Sûriyê kirin.

Çavkaniyên taybet ji Rûdawê re ragihandin ku Mihemed Nûr Ceifer di destpêka sala 2019an de hatibû girtin û bi pereyan serbest hatibû berdan.

Her wiha vê carê jî girûpa çekdar ji dayika Mihemed Nûr Ceifer re gotiye ku wî berê bi Rêveberiya Xweser re kar kiriye û wê were mehkemekirin û dadgeh wê biryara girtin û yan berdana wî bide.

Di heman demê de girûpa çekdar ji dayika wî 1500 lîreyên Tirkiyê xwestiye ji bo ku wî berdin.

Mihemed Nûr Ceifer 27 salî ye û bavê 3 zarokane û şofêrê terektora şaredariyê ye.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Binpêkariyên çekdaran

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.