PDK-Bakur: Îran derbasî qonaxeke nû ya êrîşkariyê bûye

Hewlêr (Rûdaw) - PDK-Bakur êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê şermezar kir û ragihand, “ev cara yekemîn e ku Îran rasterast ji nava sînorên xwe ve rokêtan davêje Hewlêrê” û tekez dike, “Îran derbasî qonaxeke nû ya êrîşkariyê bûye.”

Şeva derbasbûyî bi 12 mûşekan êrîş li ser çend deverên Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin û di encamê de 2 kesên sivîl birîndar bûn û gelek zirarên maddî çê bûn.

Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamiya Îranê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê li xwe girt û îdia kir ku “Navenda Plangêrî û Xirabiyê ya Stratejîk a Siyonîstan” hatiye armanckirin, îdiayek ku ji aliyê hikûmet, sazî û berpirsên Herêma Kurdistanê ve bi tevahî hat redkirin.

PDK-Bakur têkildarî vê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê daxuyaniyek nivîskî weşand û têde dibêje, “Îranê beriya niha jî gelek caran bi alîkariya hêzên xwe yên kirêgirtî êrîşî Başûrê Kurdistanê kiriye. Lê ev cara yekemîn e ku rasterast ji nava sînorên xwe ve rokêtan davêje Hewlêrê û êrîşeke wiha hovane pêk tîne û berpirsyariya wê jî li xwe digre. Piştî vê rûdanê em dibînin ku Îran derbasî qonaxeke nû a êrîşkariyê bûye.”

Derbarê sedemên êrîşkirina Îranê bo ser Hewlêrê jî PDK-Bakur wiha dibêje: “Ji bo parastina berjewendiyên xelkê Kurdistanê, nehiştina bandora hêzên kirêgirtî yên ser bi Îranê ve û şikandina bandora Îranê di siyaseta Iraqê de, serkirdayetiya siyasî a Başûrê Kurdistanê roleke karîger dibîne û wiha xuya ye ku ev yek jî bûye sedema vê êrîşê.

Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê navenda aramî û bihevrejiyanê ye û berê wê li nirxên cîhana azad e û ji bo vê dibe armanca êrîşên Îrana dagirker û paşverû.”

Di beşeke daxuyaniyê de tê gotin, “Yek ji armancên êrîşê jî saziya ragihandinê Kurdistan24 e û nîşan dide ku dewleta Îranê dijminê nirxên mirovî ye. Divê Îran û dagirkerên din baş zanibin ku dê netewa Kurd li hemû perçeyan bi tekoşîna xwe ya serxwebûnê, nirxên mirovatiyê biparêze.”

PDK banga parastina desteftên Başûrê Kurdistanê dike û destnîşan dike, “Partiya me PDK-Bakur careke din dûpat dike ku ew li pişta gelê Başûrê Kurdistanê û serokatiya wê ya siyasî ye û bang li Kurdistaniyên her çar perçeyan dike ku xwedî li destkeftên Başûrê Kurdistanê derkevin.”

Piştî wê êrîşê, gelek welatên cîhanê û herwiha siyasetmedarên Iraqî êrîş şermezar kirin.

Dije Terora Herêma Kurdistanê demeke kurt piştî êrîşê daxuyaniyek da û da zanîn ku muşek ji derveyî sînorên Iraq û Herêma Kurdistanê û “ji aliyê rojhilat ve” hatine avêtin.

Derbarê cureyê mûşekan de Dije Terora Herêma Kurdistanê eşkere kir ku êrîş bi “mûşekên balîstîk” hatiye encamdan û diyar kir, “Li gorî zanyariyan demjimêr 01:00ê şevê bi 12 mûşekên balîstîkî Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hatiye armanckirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku îdiayên “Armancên Îsraîlê hatine lêdan” tenê ji bo veşartina vê tawana qirêj e.

Di daxuyaniya hikûmetê de hatiye, “Ev çendîn car e Îran van destdirêjiyan dubare dike û bêdengiya civaka navdewletî li hember van êrişên tirsonek, rêxweşker dibe bo berdewamiya tawanên bi vî awayî.”