Amerîka: Ji ber êrîşa ser Hewlêrê divê hesab ji Îranê bê xwestin

13-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê “êrîşa sûcdar” a vê dawiyê ya li ser taxên niştecihbûnê li Hewlêrê şermezar dike û dibêje “Divê Îran ji ber vê binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê û ji ber êrîşên terorîstî yên li ser milkên sivîlên bêguneh berpirsiyar bê girtin.”

Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê, Matthew Toller di peyamekê de li ser tora civakî ya Twitterê êrîşa mûşekî ya Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar kir û tekez kir ku divê ji ber vê êrîşê “hesab” ji Îranê bê xwestin.

Matthew Toller got, “Dewletên Yekbûyî (yên Amerîkayê) êrîşa tawankarî ya li ser armancên sivîl li Hewlêrê şermezar dike.”

Toller herwiha tekez kir, “Hêmanên rejîma Îranê berpirsyariya vê êrîşê li xwe girtin, û divê ji ber vê binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê û êrîşên terorîstî yên li ser mal û milkên sivîlên bêguneh hesab jê bê xwestin.”

Şeva derbasbûyî bi 12 mûşekan êrîş li ser çend deverên Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin û di encamê de 2 kesên sivîl birîndar bûn û gelek zirarên maddî çê bûn.

Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamiya Îranê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişa mûşekî ya şevê din a li ser Hewlêrê li xwe girt.

Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe de gotiye, “Di encama tawanên vê dawiyê yên rejîma sexte ya Siyonîst û ragihandina ku ew tawan bê bersiv namînin, şeva derbasbûyî Navenda Plangerî û Xirabiyê ya Stratejîk a Siyonîstan bi mûşekên bihêz ên Supaya Pasdaran hat armanckirin.”

Piştî wê êrîşê gelek siyasetmedarên Iraqî şermezar kirin û berpirsên Amerîkî gotin ku Îran li piştî êrîşa mûşekî ya sibeha Yekşemê ya li ser konsulxaneya welatê wan a li Hewlêrê ye.

Hejmarek berpirsên Amerîkî ji rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî re ragihandin, ew mûşekên ku sibeha îro Yekşemê arasteyî Herêma Kurdistanê hatine kirin û li nêzikî avahiya konsulxaneya nû ya Amerîkayê ketine xwarê ji aliyê Îranê ve hatine arastekirin.

Ew berpirsên Amerîkî dibêjin, ti ji wan mûşekan bi ber avahiya konsulxaneyê neketine û ti karmendekî konsulxaneyê jî ziyan nedîtiye.

Berpirsên Amerîkî amaje bi wê jî kirine, ew heta niha piştrast nînin ka armanca sereke ya êrişê ku der û çi bûye û lêkolîna li ser bûyerê jî temam nebûye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî di daxuyaniyekê de êriş şermezar kir û got, “Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê lêpirsîn vekirine.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst