Dije Terora Kurdistanê: Bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dije Terora Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa li ser Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku Ji derveyî sînorên Herêma Kurdistan û Iraqê bi mûşekên balîstîkî êrîşî Hewlêrê hatiye kirin.

Dije Terora Herêma Kurdistanê hinek zanayrî derbarê êrişa bi mûşekî ya îşev li dijî Hewlêrê de belav kirin.

Di daxuyaniya xwe de Dije Terora Herêma Kurdistanê da zanîn ku muşek ji derveyî sînorên Iraq û Herêma Kurdistanê hatine avêtin.

Derbarê cureyê mûşekan de Dije Terora Herêma Kurdistanê eşkere kir ku bi mûşekên balîstîk êrişa îşev hate encamdan.

Dije Teror dibêje: “Li gorî zanyariyan demjimêr 01:00ê şevê bi 12 mûşekên balîstîkî Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hatiye armanckirin.”

Dije Teror herwiha da zanîn ki ji bilî ziyana maddî ti ziyaneke canî nebûye

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Dije Terora Herêma Kurdistanê dibêje: “Li gorî zanyariyan mûşek ji derveyî sînorên Iraq û Herêma Kurdistanê, ji rojhilat ve hatine avêtin.”