Parêzgarê Hewlêrê: Ti binkeyeke Îsraîlê li Hewlêrê nîne

13-03-2022
RÛDAW
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw
Nîşan Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw Hewlêr Îsraîl Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand, ji ber êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê 2 kes birîndar bûn. Parêzgarê Hewlêrê red jî dike ku ti binkeyeke Îsraîlê li Hewlêrê hebe wek ku hinek aliyên Îranê propaganda wê dikin.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro, 13/03/2022, derbarê êrişa şeva derbasbûyî ya li ser Hewlêrê kongreyeke rojnamevaniyê saz kir û got, “Armanca êrişê konsulxaneya nû ya Amerîkayê bû, ew mûşek negihiştin armanca xwe û li cihên sivîl ketin xwarê, bo nimûne kanala Kurdistan 24 her çiqas armanc nebû, lê ji ber ku nêzikî cihê bûyerê bû ziyan bi ber ket.”

Parêzgarê Hewlêrê aşkere kir, di encama êrişê de 2 hevwelatî birîndar bûn ku “yek ji wan şofêr e, di encama şikestina caman de birîndar bû û ew ê din jî pasewanekî baxekê ye ku li nêzikî cihê bûyerê bû.”

Li ser cihê avêtina mûşekan jî Omêd Xoşnaw got, “Wek ku aliyên fermî belav kiriye, ew kar li derveyî sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê bûye û 12 mûşek bûn û xweşbextane ti ziyaneke canî nebû.”

Parêzgarê Hewlêrê di dewama axaftina xwe êriş şermezare kir û got, “Paytexta Herêma Kurdistanê her tim armanca terorîstan bû. Ji bo me wek îdareya Hewlêr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, cihê dilxweşiyê ye ku xelk ji civaka navdewletî tên deng û şermezar dikin. Em jî careke din êrişê şermezar dikin û xelkê Hewlêr û Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku bi saya siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên emnî bi hemû pêkhateyan, Hewlêr aram e û bi wan kiryaran têk naçe.”

Beşek ji malper û torên civakî yên Îranê bangeşa wê kiribûn ku ew êriş bo ser binkeyeke Îsraîlê ya li Hewlêrê bûye, lê Parêzgarê Hewlêrê li ser pirsa Rûdawê, red kir ku ti binke û cihekî Îsraîlê li Herêma Kurdistanê hebe wek ku li Îranê propaganda bo tê kirin û got, “Ev demeke behsa Îsraîlê tê kirin ku ti bingeheke wê tune ye, Îsraîlêli wan cihan nebû ku wek behs tê kirin, tenê konsulxaneya nû ya Amerîkayê li wir bû ku beşeke wê temam bûye, ew cihên ku ziyan bi ber ketiye, cihên sivîl in û tenê ew cih bûn.”

Parêzgarê Hewlêrê amaje bi peywendiyên Herêma Kurdistan û Îranê jî kir û got, Herêma Kurdistanê wek herêmeke destûrî di çarçoveya Iraqê de, berdewam peywendî li gel Komara Îslamî ya Iraqê hebûye û peywendî jî asayî bûn. Omêd Xoşnaw diyar jî kir, heta niha ti peywendiyeke fermî di nevbera berpirsên Îran û Serokê Herêma Kurdistanê yan Serokezîrê Herêma Kurdistanê li ser vê bûyerê nebûye “lê bi piştastî, peywendî dibe û li ser wê mijarê axaftin tên kirin, ji ber ku Herêma Kurdistanê li ser ti cîranekê ne gef e.”

Her di berdewamiya axaftina xwe de Omêd Xoşnaw tekez kir, êrişên bi vî rengî tenê li dijî xelkê Herêma Kurdistanê ne û ne dijayetiya “Îsraîl û Amerîka û ti welatekî din e û li dijî statuya Herêma Kurdistanê ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst