Deriyê Sêmalka - Pêşabûr bi demkî tê girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya deriyê Sêmalka ragihand, ji bo cejna Newrozê dê dewam ji 20ê mehê heta 22ê vê mehê were rawestandin.

Rêveberiya deriyê sînorî Sêmalka yê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de bi boneya cejna Newrozê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku çûn û hatina di Deriyê Sêmalka - Pêşabûr re ji 20ê Adarê heya 22yê Adarê tê rawestandin

Rêveberiya derî ku daxuayniya de dibêje u karê bazirganiyê li wî derî dê 23yê Adarê dîsa dest pê bike.

Li gor daxuyaniyê karên ji bo têkiliyên dîplomatîk li dergehê dê di 24ê Adarê de dest pê bikin.