Li nav Hewlêr û Silêmaniyê qedexeya hatin û çûnê hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) – Bi biryara Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, hatin û çûna li nav bajarên Hewlêr û Silêmaniyê bo dema 48 demjimêran hat qedexekirin.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku biryara qedexeyê dê 2 rojan dom bike û ji saet 00:01ê 14ê Adarê ve dest pê dike.

Li gor daxuyaniyê, ev biryar di çarçoveya tedbîrên ji bo rêgirtina ji belavbûna vîrusa COVID-19 de hatiye dan.

Wezareta Navxwe hişyariyê jî dide û dibêje, pêwîste ew ên bi rêyên neyasayî ji Îranê vegeriyane, di zûtirîn dem de xwe bi tîmên tendirustiyê binasînin.

Di dauxyaniyê de hatiye diyarkirin, ew Iraqî û biyaniyên ji Belçîka, Hungarya, Xirwatya, Qibris, Denmark, Estonya, Almanya, Fransa, Yunan, Albanya, Lîtwanya, Luksemburg, Malta, Hollenda, Çekya, Poland, Portugal, Romanya, Slovakya, Slovenya, Fînland, Spanya, Swêd, Bosna û Hersek, Brîtanya, Irland, Skotland, Norwec, Sirbia, Montênegro, Bulgarya, Nemsa û Swîsrê tên bo Herêma Kurdistanê, eger 30 roj pêş geşta xwe li wî welatî bûbin, ew piştî pişkinîna seretayî, pêwîst e bên kerentînekirin.

Ew biryara kerentînekirina wan hemwelatiyên ku navên wan hatine rêzkirin, dîplomatkar û şandên fermî li xwe nagire û li deriyên sînorî bi rêz pêşwazî dê lê bê kirin û pişkinîn dê bo bê kirin, lêbelê pêwîst e bawernameya wan a tendirustiyê hebe.

Derbarê Cejna Newrozê de jî, Wezareta Navxwe daxwazê ji wan hemwelatiyan dike ku niştecihên welatên Ewropayê ne bo ku venegerin Herêma Kurdistanê.

 Wezareta Tendirustiyê tekeziyê li ser wê dike ku hemwelatî pabendî rênimayan bin, taybetî neçin bo cihên qelebalix û bernekevin li gel kesên din û berdewam destşûştina tendirust û herwiha di demên pêwîst de bi xeta germ a 122 peywendî pêk bînin.

Ev biryara nû ya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di demekê de ye, ku li gor amara herî nû, hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 27 kesan, ku heta niha kesekî canê xwe ji dest daye û ew jî mamostayekî olî bû ku li Silêmaniyê bi sedema nexweşketina bi vê vîrusê mir.