Fazil Mîranî: YNKê bi hejmar û bi nav daxwazên xwe ji me re gotin

13-03-2019
RÛDAW
Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî
Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî
Nîşan PDK YNK Fazil Mîranî Daxwaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand ku partiya wî daxwazên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) baş fêm dike. YNKê di civîna duh de bi hejmar û bi nav çend daxwaz ji PDKê kirine.

 

Fazil Mîranî piştî beşdariya merasîma çileya şîna nivîskar û rojnamevan Seîd Yehya Xeyat a li Hewlêrê, bersiv da pirsên rojnamevanan.

 

Mîranî li ser civîna wan a bi YNKê re diyar kir: “Civînên me dê berdewam bibin. Duh civîn eşkeretir bû, tiştên di bin zimanê me de bû, me ji hev re ji bin zimanê xwe derxistin, me xwestekên wan ji birayên xwe yên YNKê wergirtin û yên ku em bikarin bikin, em dê li ser li hev bikin û ji bo wan cîbicî bikin.”

 

Li ser peywendiyên wan ên li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Fazil Mîranî destnîşan kir: “Yekîtiya Niştimanî hevbeşeke me ya giring e. Hevbeşa dîrokî û erdnîgarî ye. Em vê yekê înkar nakin. Di bîr û baweriya PDKê de ev tine ku hevbeşiya me li ser wezaretek yan postek ji nav biçe. Serok Barzanî bi berpirsyarî li ser vê yekê rawestiyaye.”

 

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî behsa wê yekê kir ku “Dema wê hatiye ku em berjewendiyên xwe yên şexsî nexin ser berjwendiyên partiyên xwe. Dema wê jî hatiye ku em partiyên siyasî berjwendiyên partiyan nexine ser berjwendiyên milet û welatê xwe, eger em wisa bikin, miletê me dê di aştî û bexteweriyê de bijî.”

 

Li ser postên ku YNK dê werbigre Fazil Mîranî got: “Rêkeftineke me heye, Serokê Parlementoyê li gor lojîk û li gor rêkeftinan pişka birayên me yên Yekîtiya Niştimanî ye, ji ber ku lîsteya duyem in û em li benda wan in ku berbijêrê xwe diyar bikin.”

 

Tiştê ku di bin zimanê YNKê de bûye, weke Fazil Mîranî dibêje, ew bûye ku "vê carê birayên me yên YNKê çend daxwaz bi hejmar û nav ji me re gotin û em nikarin hemû bibêjin, lê me bi sîngekî fireh ji wan wergirt".

 

Duh sêşemê (12-03-2019) polîtburoyên PDK û YNK li Hewlêrê civiyan. YNKê dixwest bi civîna li gel PDKê berçavê wî zelal be li ser wan postên ku dê di hikûmeta nû de werbigre, daku di civîna serkirdetiyê de navên berbijêrên xwe ji bo wan postan diyar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst