Dîndar Zêbarî: Hemû girtiyên bûyera Şêladizê hatine berdan

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî di bersiva Rêxistina Amnesty Internationalê de diyar kiriye ku hemû girtiyên bûyera Şêladizê hatine berdan.

 

Dîndar Zêbarî eşkere kir: “Piştî xwepêşandanên Şêladizê ku ji bo nîşandana helwestekê li hember bombebaranên firokeyên artêşa Tirkiyê bo ser deverên sînor bû ku bûbûn sedema şehîdbûna hejmarek welatiyên sivîl ên wê deverê, hinek kesên bi handana çend aliyên siyasî xelkê han dane ku karên têkbirinê encam bidin û bi jirêderxistina xwepêşandanê ku di bingeha xwe de xwepêşandeke aştîxwaz û sivîl bû, aliyên ewlehiyê çend kes desteser kirin ji bo kontrolkirina rewşa ewlehiyê ya deverê di dema xwepêşandanê de û hinek kes piştî çend demjimêran hatin berdan.”

 

Zêbarî diyar kir: “Çend kesên din ku hejmara wan 13 kes bû, li binkeya polîsê Şêladizê bi fermana dadger, piştî ku li xwe mikur hatibûn ku xwepêşanderan han dane ji bo encamdana karên tundiyê, bo dadgeha Dêrelûk hatin veguhestin. Piştre hejmarek ji wan girtiyan jî bi fermana dadger bi kefalet hatin berdan. Lê pênc kesên desteserkirî, ji wan Şêrwan Şêrwanî li gor madeya 156 a yasaya cezadanê ya Iraqê, ji bo temamkirina lêkolînên destpêkê hatibûn sekinandin û di wê demê de hemû mafên wan hebû, weke hebûna parêzer û serdana xizmên wan. Piştre ew jî bi fermana dadger bi kefalet hatin berdan, ango niha hemû girtiyên bûyera Şêladizê hatine berdan.”

 

Roja sêşemê (05-03-2019) Rêxistina Amnesty Internationalê raporteke bi navê “Azadiya Ramanan” belav kir ku ji du beşan pêk dihat. Beşek ji wê li ser yasaya tawanên elektronîk ên Iraqê bû. Beşa duyem li ser xwepêşandana roja 26-01-2019an a Şêladizê bû, ku ji bo şermezarkirina bombebaranên firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê yên ser deverên sînorî û mirin û birîndarbûna welatiyên sivîl hatibû encamdan.