Artêşa Tirkiyê: Navenda Efrînê hat dorpêçkirin

13-03-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Dorpêç Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê ragihand ku navenda bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi temamî dorpêç kirine.

 

Artêşa Tirkiyê ragihand: “Çekdarên opozîsyona Sûriyê û Artêşa Tirkiyê ji duh duşemê ve (12-03-2018) navenda bajarê Efrînê bi temamî dorpêç kirine.”


Çend roj berê YPG û KCK di du bangên cuda de tevî ku ji rewendên Kurdî û Sûrî yên li seranserê cîhanê daxwaz kirin ku li dijî êrişên Tirkiyê rabin piya û nerazîbûna xwe nîşan bidin,  ji civaka navdewletî xwestin ku eger negihîjin hawara Efrînê metirsiya pêkhatina komkujiyeke din li Efrînê heye.

 

Ji roja 20ê Çileya borî ve Artêşa Tirkiyê bi alîkariya hin grûpên çekdarî yên dijbereya Sûriyê operasyoneke berfireh bo ser Efrînê dest pê kiriye û navê “Operasyona Çiqla Zeytûnê” lê kiriye.

 

Herêma Efrînê ji 367 gundan û bajarokên Bilbil, Şerra, Raco, Şiyê, Mabata, Cindirês, Meydankê û Şêrava û navenda bajarê Efrînê pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst