ROJAVA – Kantonê 24 saet muhlet da partiyan

13-03-2017
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Kantona Cizîrê Muhlet Partiyên siyasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Navxweyî ya Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand, ku divê partiyên bê ruxset di nava 24 demjimêran de, serdana Komîteya Karûbarê Partiyên Siyasî ya Rêveberiya Xweser bikin, berovajiyê wê dê hemû ofîsên wan werin girtin û berpirsên wan jî werin dadgehîkirin.

 

Serokatya Hevbeş a Desteya Navxweyî ya Kantona Cizîrê îro duşemî 13ê Adarê derbarê kar û xebatên partiyên siyasî yên li wê herêmê daxuyaniyek da.

 

Daxuyanî ji aliyê Hevserokên Desteyê Kenan Berekat û Şêrîn Adem ve bi her du zimanên kurdî û erebî hat xwandin û têde daxwaz ji hemû partiyên bê ruxset ên li Rojavayê Kurdistanê hat kirin, ku di nava 24 demjimêran de, ji bo wergirtna ruxsetê, serdana Komîteya Karûbarê Partiyên Siyasî bikin.

 

Serokatiya Hevbeş got: "Her aliyek ku pabendî vê yekê nebe, dê nvîsgehên wan bêne girtin û kesê berpris jî dê ji bo dadgehê werin şandin".

 

Hevserokên Desteya Navxweyî ya Kantona Cizîrê de tekezî li ser wê yekê kirin, ku nabe nivîsîngehên partiyan bê ruxset bimînin.

 

Di daxuyanyê de tê gotin:

 

"Li gorî qanûna partiyan ku  di 15ê Nîsana 2014an de li gorî biryarnameya hejmara 5an ji Melcîsa Zagonsaz a Kantoan Cizîrê derketiye, herwiha di çarçoveya xebatên me yên rêxistinkirina rewşa siyasî û xebatên hemû partiyên siyasî û demokratîk de ku di çarçoveya qanûnê de pêk werin, em careke din ji hemû partiyên siyasî yên nehatine ruxstkirin, dixwazin ku serdana Ofîsa Karûbarê Partiyên Siyasî bikin. Ofîs li Navenda Meclîsa Zagonsaz a kantona Cizîrê ya li Bajarê Amûdê ye. Hemû parityên nehatine rurxstkirin, di nava 24 saetan ji ragihandina vê daxuyaniyê berê xwe bidin ofîsê. Beriya niha jî me ji hemû partiyên neruxstkirî xwastibû, ku serdana ofîsê bikin û li gorî qanûn û naverokên wê tevbigirin. Li ser vê bingehê careke din heger li gorî qanûnan û biryaran tevnegererin, em dê neçar bimînin ku ofîsên wan bigirin û rayedarên wan radestî dozgeriyê bikin".

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst