HDP li ser rapora NY: Tirkiyê dê vê berdêlê bide

 

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê bajarê Wanê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Lezgîn Botan ragihand: “Dewletê li Kurdistanê kuştin û qirkirin pêk anî. Tirkiye dê berdêla vêya bide.”

 

Neteweyên Yekgirtî (NY) bi raporekê diyar kir, ku di operasyonên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê yên li Bakurê Kurdistanê de 2000 kesan jiyana xwe ji dest dane û mafên mirovan bi awayekî berfireh hatine binpêkirin.

 

Ofîsa Mafên Mirovan a NYê derbarê rewşa mafên mirovan a li Tirkiyê de daxuyaniyek da û diyar kir, li Bakurê Kurdistanê di navbera Tîrmeha 2015ê heta Kanûna 2016ê de li bajarên ku operasyon hatin lidarxistin û qedexeyên derketina derve hatin îlankirin, 500 hezar kes ji cih û warên xwe aware bûne.

 

Di raporê de hatiye diyarkirin, ji 2000 kesên ku hatine kuştin, ji wan 800 kes hêzên ewlehiyê, 1200 kes jî, sivîl yan jî çekdar bûne.

 

Herwiha di raporê de hatiye aşkerakirin, ku di sala 2016an de li Cizîrê 189 kes, di bin xaniyan de bi hefteyan bêyî av, xwarin û dermanan asê mane.

 

Rêxistina Efûyê: Agahiyên rapora NYê, lêkolînên me piştrast dikin


Li ser rapora binpêkirina mafên mirovan a Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan, daxuyaniyek jî ji Rêvebirê Ewropayê yê Rêxistina Efûyê John Dalhuisen hat.

 

John Dalhuisen diyar dike, agahiyên rapora NYê, lêkolînên wan piştrast dikin. Dalhuise dibêje:

 

“Belgeyên lêkolînên me didin nîşandan ku rayedarên Tirkiyê li Başûrê Rojhilata Anatoliyayê, bûne sedema awarebûna gelek welatiyan û weke cezadaneke komî, zexteke bêwijdanî li wan kirine. Ev agahiyên rapora NYê jî, lêkolînên me piştrast dikin.

 

Rûdaw rapor û lêkolînên NY û Rêxistina Efûyê ya Navdewletî yên li ser bajarên Bakurê Kurdistanê, ji parlementerê Wanê yê HDPê Lezgîn Botan, Serokê Giştî yê Komeleya Mezlûm Ahmet Faruk Unsal û ji Serokê Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan pirsî.

 

Serokê Giştî yê Komeleya Mezlûm (Mazlûm-Der) Ahmet Faruk Unsal li ser wê rapora NY ji Rûdawê re got:

 

Eger em li hejmara miriyan û birîndaran binêrin, em dê xeletî bikin. Çimku rewş ne zelal e. Çend kesan jiyana xwe ji dest dane? Çend kes birîndar bûn? Agahiyeke tekez tine ye. Nehiştin Saziyên Sivîl, pizîşk û baroyên parêzeran belgeyên operasyonan bi dest bixin. Lewma li ser van hejmaran  di destên me de agahiyên zelal tine ne.

 

Lê belê em vêya dizanin; ew der hate wêrankirin. Ji ber wê ti peywirdarekî dewletê jî derneket pêş darazê. Dema mirov van tiştan hemû difikire, mirov bawer dike ku ev hejmar rast e û belkî ji vêya jî zêdetir be.

 

Ji ber operasyonan bi hezaran kes mala xwe terk kirin. Li Şirnex û Nisêbînê, kes venagere cihên wêrankirî.  Ji bo Sûra Amedê veger bi ti awayî ne mimkun e. Em di pêvajoya referandumekê de ne. Tomarên hilbijêran dê çawa werin diyarkirin? Gelo dê bikaribin di giştpirsiyê de dengên xwe bidin? Li gor min divê mirov bala xwe bide vê mijarê”.

 

Serokê Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan jî li ser wê mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

 

Me ji bo sala 2016an raporek amade kiriye û em dê rojên bê biweşînin. Rapor didin nîşandan ku amarên navborî rast in. NY beriya ku wê raporê amade bike,ji raporên saziyên me sûd wergirt. Lewma di wan raporan de tiştekî zêde tine ye. Li gor daxuyaniyên fermî jî gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.

 

Weke nimûne, gava hûn bikevin malpera Fermandariya Giştî (ya Tirkiyê), li gor amaran tenê milîtanên ku di qedexeya derketina derve de hatine kuştin, ji 2000î zêdetir in. Li gor min 2000 hejmareke piçûk e. Lewma wisa xuya ye, kesên ku jiyana xwe ji dest dane, ji vê hejmarê jî zêdetir in. Kesên ku hatine koçkirin ji 500 hezarî zêdetir in. Ji ber vê yekê bîlançoya li holê, rastiyê dide xuyakirin û derdixe meydanê ku ev mijar çi qas cidî ye. Divê mirov qîmetê bide rapora NYê.

 

Li gor raporên me, sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane ji 500î zêdetir in û yek bi yek navên hemû kuştiyan hene. Ji bo van kesan jî heta niha lêpirsîneke bandordar nehatiye kirin. Tenê li Cizîrê ji 300î zêdetir sivîlan jiyana xwe ji dest dan.  Li ser binpêkirina mafên mirovan a di dema qedexeyên derketina derve de li ser Tirkiyê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 34 doz hate vekirin.

 

Divê demildest ji bo aştiyê, cardin têkevin tevgerê. Belkî ev rapor sûdê bidin pêvajoyê. Pêwîstiya Tirkiyê bi pêvajoyeke nû heye. Eger civaka navdewletî beşdarî vê mijarê bibin, em dê kêfxweş bibin. Hewldanên me jî li ser vê mijarê ne. Tenê piştî aştiyê mirov dikare edaletê bigere. Çimku li cihê ku şer heye, mirov nikare li edaletê bigere, mekanîzma nahêlin edalet pêk bê”.

 

Parlamenterê Wanê yê HDPê Lezgîn Botan jî di daxuyaniya xwe de ji Rûdawê re diyar kir: “Operasyonên derqanûnî hatin lidarxistin. Tevî binpêkirina mafên mirovan, tawanên mezin ên mirovahiyê kirin, me çend car ev anî ziman. Hewl didin ser wan bigrin. Saziyên sivîl jî derxistin holê ku li dijî sivîlan, sepandinên zalimane pêk dianîn. Tirkiye di siberojê de, li qada navdewletî berdêla vê yekê dê bide. AKP di dilê wijdana netewî ya gel de têra xwe mehkûm bûye.

 

Ev ne tenê bi AKPê re eleqedar bû, bi tevahî dewletê li dijî Kurdistanê kuştin û qirkirin pêk anî. Dadgehên navdewletî di pêvajoya bê de dê têkeve navberê. Rastî ev e ku li Kurdistanê, bi taybetî li Cizîr, Nisêbîn û Geverê sûcên mirovahiyê hatin kirin. Mirov saxesax hatin şewitandin û kuştin. Dest danîn ser mal û warên wan.

 

Me hewl da, saziyên mafên mirovan û Parlementoya Ewropayê  bi amarên ku em şahidê wan bûn, agahdar bikin. Me bi baroyên herêmê, Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Mazlûm û Odeya Pizîşkên Tirkiyê re bi hev re xebitîn. Em weke HDP serî li Lahey û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da. Hin welatiyên ku aware bûn, li gund û navçeyên derdor niştecih bûn. Ew dikarin roja hilbijartinê herin dengê xwe bidin”.