Heseke (Rûdaw) – Di navbera şervanên YPGê û leşkerên Artêşa Sûriyê de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şer derket.
Çavkaniyekî taybet ji nav Hesekê ji Rûdawê re aşkere kir, li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û leşekrên Sûriyê de şer derketiye.
Li gor çavkaniyê Rûdawê, şer û pevçûn di navbera YPGê û leşkerên Sûriyê de li nêzîkî çar riyana Marşo ya li bajarê Hesekê derketiye.
Şer li nêzîkî xalên kontrolê yên YPGê û Artêşa Sûriyê qewimiye.
Li ser şerê îro ku di navbera şervanên Kurd û leşkerên Sûriyê de çêbûye, çalakvan Dilşad Hisên ji bajarê Hesekê bi rêya pêwendiyeke telefonî beşdarî bultena nûçeyan a taybet bi Rojavayê Kurdistanê ya televizyona Rûdawê bû û zanyarî dan.
Dilşad Hisên got: “Îro ji saet 16:00ê ve di navbera hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê û hin hêzên Sûriyê yên bi navê Hecana pevçûn derket.”
Hisên herwiha derbarê sedemên derketina şer di navbera her du aliyan de wiha got: “Hêzên Hecana yên ser bi Hikûmeta Sûriyê ve dest danîbûn ser 2 rêbendên hêzên Asayişê li nêzîkî garaca Necme ya di nav bazara Hesekê de û ji ber wê yekê jî di navbera wan û hêzên Asayişê de şer qewimî.”
Çalakvan Dilşad Hisên tekez kir, ku her du aliyan jî di şer de çekên sivik bi kar anîn û piştî demek kurt şer bi dawî hat. Dilşad Hisên da zanîn, ku li gor agahiyan di encama şer de ti kuştî yan birîndar ji her du aliyan çênebûne.
Hisên destnîşan kir, ku rayedarên hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê û hêzên Hikûmeta Sûriyê li Hesekê niha bi hev re di civînê de ne û hewl didin bi rêyên aştiyane arîşeya navbera xwe çareser bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse