Navenda Kurmanc: Daxistina tabelayên Kurdî li Ormiyê êrîş bo ser mirovatiyê ye

13-03-2014
RÛDAW
A+ A-
 

 

Ormiye (Rûdaw) - Piştî ku hêzên Întizamî yên Îranê (hêzên polîs) li parêzgeha Ormiyê tabela û navên bi zimanê Kurdî li dikan û kompaniyayan anîn xwarê, Navenda Kurmanc li zanîngeha Ormiyê nerazîbûn nîşan da.

 

Çend rojan berî niha tevî daxistina tabelayên bi zimanê Kurdî li dikan û kompaniyayan li bajarê Ormiyê, xwediyên wan hatin agehdarkirin ku divê ew tabelayên bi zimanê Farsî yan jî Azerî bên nivîsandin, ji bilî vê yekê dê rastî ceza û hukmê dadê bên.

 

Navneda Kurmanc di daxuyaniyekê de ew kiryar bi êrîşa li ser mirovatiyê û karekî dagîrkerane li hember welatiyên Kurd daye zanîn.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku dewleta Îranê tenê di dema hilbijartinan de Kurdan bi Îranî dizane û piştre weke “cudaxwaz û xiyanetkar” binav dike.

 

Daxuyaniya Navneda Kurmanc pirs dike, ew mafê ku dewletê bixwe daye çawa dibe Kurd lê bêpar bimînin û ew sozên rayedarên dewletê ji bo azadiya zimanên ji bilî Farsî çi pê hatin?

 

Navenda kurmanc daxwazê ji Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî dike ku wê pirsê bişopîne, ji ber ku her pêşhatek li pey wê kiryara hêzên Întizamî bê, berpirsatiya wê dikeve stûyê kesê yekem yê komara Îslamî Elî Xamneyî û Serokomar Hesen Rûhanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst