Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xebatên sazî, komele û kesayetiyan ên ji bo dersên bijarte yên Kurdî berdewam dikin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî 3yê Sibatê dest pê kir û dê heta 17ê Sibatê berdewam bike.
Nivîskar û mamosteyê Rihayî Ebdulqadir Gok jî ji bo dersên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) bangî gelê Rihayê dike û behsa rê û rêbazên hilbijartina dersên bijarte dike.
"Bila malbat herin dibistanan û dersa Kurdî bixwazin"
Nivîskar Ebdulqadir Gok di banga xwe de wiha got:
“Ji bo dersên Kurdî, çi Zazakî û çi Kurmancî be, divê heta 17ê Sibatê ji bo dersên Kurdî hilbijêrin dê û bav û malbatên zarokên li pola 5-6-7 û 8an ên dibistana navîn, herin dibistanan cem birêvebir û alîkarê birêvebiran û di daxwaznameya xwe de diyar bikin ku dersa Kurdî dixwazin."
Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê jî dibêje, divê malbat ji bo hilbijartina dersên Kurdî dereng nemînin.
"Li ser zarokên Kurdan otoasîmîlasyonek heye"
Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê Azîz Baydilli got:
"Hemû şert û merc li dijî Kurdan in û li ser zarokên Kurdan otoasîmîlasyonek heye.
Lazim e Kurd bi hev re piştgiriya kampanyayên zimanê Kurdî bikin.
Li zimanê xwe xwedî derkevin û zarokên xwe bielimînin Kurdî.
Ji bo zarokên xwe dersên Kurdî hilbijêrin û dereng nemînin."
Dersên Kurdî
Li dibistanên fermi yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nava dersên bijarte de zaravayên Kurmancî û Kirmanckî jî hene.
Xwedekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarin heta 17ê Sibatê dersên Kurdî hilbijêrin.
Li Tirkiyeyê mafê hilbijartina dersa Kurdî sala 2012an di bin sernavê 'Ziman û Zaravayên Zindî' de dest pê kir.
Li gorî vê guherînê, eger li dibistaneke ku 10 xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin divê dewlet mamosteyekî erkdar bike.
Lê li gelek dibistanan bi hinceta hejmara xwendekarên ku dersên bijarte dixwazin nagihe 10 kesan dersên Kurdî nayên dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse