Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Arxayê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê otobusek ji rê derket û di encamê de 9 kes birîndar bûn.
Otobûsa rêwiyan a ku navê şofêrê wê hîn nehatiye zanîn, li navçeya Arxayê ya Meletiyê li ser rêya D-300ê li ji ber cemedê ji rê derket.
Di encamê de 9 kes birîndar bûn.
Li ser agahdakirinê kesên derdorê ambulans, polîs û cendirme çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê 9 kesên ku di qezayê da birîndar bûn, bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Arxayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse