Li Çewlîgê otobus qulibî: Gelek mirî û birîndar hene

13-02-2025
RÛDAW
Nîşan Çewlîg Amed Qezaya Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Amedê û - Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê otobuseke veguhastina rêwiyan qulibî 4 kes mirin herî kêm 32 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya di navbera Çewlîg û Amedê de li herêma gundê Dogancayê otobusa rêwiyan a firmeya Mardin Seyahatê qulibî û ket newalan.

Li gorî agahiyan, otobusa rêwiyan a bi plakaya 33 CFU 60 ji rê derket û serûbin bû.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên tenduristiyê yên 112 û tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Li gorî zanyariyan di encama qulibîna otobusê de 4 kes mirin 32 kes jî birîndar bûn.

Parêzgarê Çewlîgê Ahmet Hamdi Usta li cihê bûyerê daxuyanî da û ragihand ku di encama qezayê de 4 kes mirine û 32 kes jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku birîndar sewqî nexweşxaneyan hatine kirin.

Li gorî agahiyan, di otobûsê de 44 rêwî hebûne û otobûs ji Şirnexê diçû Erzeromê.

Li seranserê Bakurê Kurdistanê berfbarîn û sir û seqem berdewam dike û saziyên pêwendîdar hişyariyê did ku welatî di hat û çûna xwe de li gorî tedbîran tevbigerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst