Li Xarpêtê termê jineke ciwan hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê jineke ciwan a ku bi tena serê xwe dijiya li mala xwe bi mirîtî hat dîtin.
E.N.B 26 salî bû û li navenda Xarpêtê bi tena serê xwe dijiya.
Piştî ku 3 rojan pêjina wê nehat berpirsê avahiyê xeber da Navenda Bangên Lezgîn a 112ê.
Li ser vê yekê tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîm ketin malê û wan tesbît kir ku E.N.B miriye.
Wan termê jina ciwan ji bo otopsiyê veguhast meyitxaneya Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.