'Kurd bûne hedefeke serbest a wan kesên ku tiştekî din ji destê wan nayê'

13-02-2024
Nedîm Zehawî û Senger Ebdulrehman / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nedîm Zehawî û Senger Ebdulrehman / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kurd Êriş Hincet Nedîm Zehawî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê berê yê aboriyê yê Brîtanyayê Nedîm Zehawî da zanîn ku êrişa Îranê ya li Hewlêrê tevgereke terorîstî ye.

Îranê 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Pêşrew Dizeyî, mêvanê wî Kerem Mîxayîl, keça wî Jînaya ku hîn salek nekiribû û xizmetkara mala wî Mîşel hatibûn kuştin.

Nedîm Zehawî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê gotiye, “Em dê ji bo van êrişên li ser Hewlêrê ji Îranê hesab bipirsin.”

Îranê angaşt kiribû ku wan di vê êrişê de Mossad kiriye hedef û hewl dabû bi rêya wêne û dîmenên sexte yên Pêşrew Dizeyî van angaştên xwe bi cîhanê bide qebûlkirin.

Piştî ku Tora Medyayî ya Rûdawê sextebûna wan wêne û vîdeoyan derxistibû holê medyaya Îranê mecbûr mabû wan rake.

“Kurd bûne hedefeke serbest”

Nedîm Zehawî jî anî zimên ku ev angaştên Îranê ne rast in û got:

“Tiştekî ne adil e ku kesekî wekî Pêşrew Dizeyî bi van tiştan were tohmetbarkirin.

Ez wî nas dikim, malbata wî nas dikim. Ew bazirganekî mezin ê Kurd bû.

Xuya ye Kurd bûne hedefeke serbest a wan kesên ku tiştekî din ji destê wan nayê. Ev yek dilê min diêşîne.

Wekî mînak, li ser Îsraîlê diaxivin lê di navê re êrişî dev diavêjin Kurdan.

Ev karê tirsonekan e û ji bo ku li herêmê bi serbestî tevbigerin van tiştan dikin.”

“Îran rê nade agirbestê”

Nedîm Zehawî herwiha destnîşan kir ku li Xezeyê Îran rê nade agirbestekê û berdewam kir:

“Xelasbûna şerê li Xezeyê bi vê yekê re pêwendîdar e ku Îran xwe ji şerê biwekalet dûr bixe.

Civaka navdewletî hewl dide ku agirbest were îmzekirin û dawiyê jî dewleteke Filistînê were avakirin.”

Senger Ebdulrehman êrişên Hûsiyan û Berxwedana Îslamî ya Îraqê bi bîr anîn û pirsî, “Gelo eger heye ku şer berfireh bibe.”

“Taliya talî divê aştî pêk were”

Wezîrê berê yê aboriyê yê Brîtanyayê Nedîm Zehawî, pirsa pêşkêşkarê Rûdawê wiha bersivand:

“Taliya talî divê li hemû herêmê aştî pêk were. Ji bo bidawîbûna şer divê piştigiriya ku diçe ji van grûpan re were astengkirin.

Ev jî wê demê pêkan e ku Îran dev ji şerê biwekalet berde û bibe alîyekî çareseriyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst