DÎLOK – Zilamekî hevjîn û kurhiliyê xwe kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şahinbeyê ya parêzgeha Dîlokê, zilamekî hevjîna xwe û kurê wê kuştin.

Li navçeya Şahinbeyê, îro di navbera zilamê bi navê Cemal Y. yê 58 salî û hevjîna wî Gulhan Korkmaza 50 salî û kurê wê Kasim Akkurtê 26 salî de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de Cemal Y. bi demançeyê gule li hevjîna xwe Gulhan Korkmaz û kurhiliyê (nevisî) xwe Kasim Akkurt reşandin û her du kuştin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê Korkmaz û Akkurt veguhastin Saziya Bijîşkî ya Dadê ya Dîlokê.

Piştî lêkolînan kesûkarên wan term wergirtin.

Cemal Y. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.