Li Semsûrê leşkerek mir

13-02-2024
RÛDAW
Nîşan Semsûr Leşker Mirin Ahmet Tugay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku leşkerekî wan li Semsûrê miriye.

Li gorî DHAyê, Çawişê Pispor cendirme Ahmet Tugayê ku li Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê dixebitî miriye.

Hat zanîn ku Tugay dema ku kabloya elektrîkê dikişand ser banê odeya hevdîtinê ya yekîneya xwe ketiye xwarê.

Tîmên tenduristiyê Tugay rakir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Hat diyarkirin ku xwîn rijiyaye ser mejiyê Tugay û paşê miriye.

Ahmet Tugay bi eslê ji bajarî Karamanê yê Tirkiyeyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst