Serokê CHPyê li ser karesata li Erzinganê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku piştî hezîna axê ya li Erzinganê şandeyeke CHPyê çûye herêmê.

Li kanzaya zêran a li navçeya Îliçê ya Erzinganê îro saet derdora 14:30î de hez li axê ket.

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê ragihand ku 9 karkerên kanzayê winda ne.

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel derbarê karesatê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Ozel da zanîn şandeyeke ku ji alîkarên serokê giştî û parlamneterên CHPyê pêk tê çûye herêma kanzayê ya ku hez lê ketiye.

Ozel got, “Em bi endîşe û xof karesata li kanzaya zêran a li Îliça Erzinganê dişopînin.

Şandeya me ya ku ji Alîkarên Serokê me yê Giştî Denîz Yavuzyilmaz, Gamze Taşcier, parlamenterên me Mustafa Sarigul, Muzeyyen Şevkîn û Endamê Meclîsa Partiya me Baran Bozoglu pêk tê çûn herêmê.

Daxwaza me tenê ew e ku em bi silametî xwe bigihînin karkerên xwe yên madenê yên di bin axê de mane.”