VIDEO - Hejmarek Pêşmerge beşek ji xwarin û pêwîstiyên xwe bo mexdûrên erdhejê dişînin

13-02-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Pêşmerge Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek Pêşmergeyên yekîneya 5113 ya parastina jîngeha Mêrgasorê beşek ji xwarin û pêdawîstiyên xwe pêşkêşî kampîna komkirina alîkariyan bo mexdûrên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê dikin.

Alîkarî roja duşemê 13-2-2 hate komkirin. Fermandarê Yekîneya 5113 ya Parastina Jîngeha Mêrgasorê kolber Hesen Halî ji Rûdawê re ragihand “Weke hesta biratiyê beşek ji Pêşmergeyên me dest bi komkirina xurek û pêdiviyên xwe kirin.”

Li gorî fermandar Hesen, di kelûpelên xwarinê yên ku hatine komkirin ji birinc, şekir, ava firingiyan, çay, fasûlî û pêdiviyên din ên rojane ne hene.

Alîkariyên Pêşmerge îro Sêşemê ji bo navenda komkirina mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê li Mêrgasorê hat şandin da ku ligel alîkariyên din ji bo mexdûran bên şandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên erdheja 6ê Sibatê ya ku li Mereşê li Bakurê Kurdistanê rû da û parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê, Tirkiye, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bandor li parêzgehên din kir, alîkariyê kom dike. Heta niha nêzîkî 40 hezar kesan ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne.

Birêveberê yekîneya jîngehparêziya Mêrgasorê Mezher Seîd ji Rûdawê re ragihand “Nêzî 3 ton erzaq hatin komkirin û radestî Komîteya Komkirina Alîkariyê ya Mêrgasurê hat kirin da ku di zûtirîn demê de bigihêjin mexdûran.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst