Endezyar Fehmî Ebdo: Cindirêsê %90 wêran bûye

Hewlêr (Rûdaw) – Endezyar Fehmî Ebdo ku pişkinînê li avahiyên Cindirês û Efrînê dike ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, %90 ji Cindirêşê hilweşiyaye.

Derbarê bajarê Efrînê de, Fehmî Ebdo ku hilgirê bawernameya doktora di endezyariyê de û pisporê mîkanîka axê ye, got wan pişkinîn li 100 avahiyan kiriye û tevahiya wan ziyan dîtine.

Li gor dîmen ji Rûdawê re hatine şandin ku li nav avahiyekê li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê hatine tomarkirin, bandora erdhejê li ser avahiyê diyar e û êdî nişteciyên wê ditirsin tê de rûnin. Derbarê avahiyên ziyandîtî de, endezyar Fehmî Ebdo, ku pişkinînê li ser avahiyên Efrînê û Cindirêsê dike, ji bernameya Çavê sêyem a radioya Rûdawê re got Cindirêsê 90% wêran bûye.

Endezyar Dr. Fehmî Ebdo got: “Li Cindirêsê ti avahiyeke saxlem nemaye. Avahiyên mane jî hemû seqet in. Li Cindirêsê avahiyên hilweşiyane jixwe hilweşiyan û yên mane jî tenê ji sedî 10 saxlem in.

Dr. Ebdo zanyarî derbarê avahiyên bajarê Efrînê de jî ji Rûdawê re eşkere kirin û got: “Heta niha me 100 avahî dîtine û yek jî saxlem nîne, lê nehatine rûxandin, tenê hejmarek hatine rûxandin. Avahiyên me dîtine divê bêne rûxandin daku ti kes di bin de nemînin.”

Li gorî Endezyarê pisporê, pêwîst e bajarokê Cindirêsê ji binî ve bê rastkirin û ji nû ve bê avakirin. Wî got jî, eger îro karê avakirinê li Cindirêsê dest pê bike, pêwîstî bi 2 sal karên berdewam heye heta ku bajarokê bi temamî bê avakirin.