Li Semsûrê malbat nema dizanin ji bo kîjan miriyê xwe bilorînin

13-02-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Erdhej Semsûr
A+ A-

Semsûr (Rûdaw) - Li Semsûrê hê jî rakirina kavilan û rizgarkirina xelkê berdewam dike. Dem çiqas dirêj dibe hêviyên rizgarkirinê jî ewqas kêm dibin. Lê dîsa jî hemû malbat bi şev û roj li ber kavilan li benda mizgîniya rizgarkirina kes û karên xwe ne.

Fatma Işik ji roja erdhejê ve li ber van kavilan, li benda rizgarkirina xwîşk û 3 birayên xwe ye. Bi giştî 9 kes ji malbata wê di binê kavilan de mane.

Ji van 4 kes rizgar bûne lê beriya 2 rojan cenazeyê dayika wê ji binê van kavilan derxistine. Êdî taqeta wê nemaye agahiya mirina 4 kesên din ên malbata xwe jî bibihîze.

Xizma qurbaniyan Fatma Işik got “Bila yê din jî bifilite, bila qet tiştek me tinebe. Bila ez ji dêlva wî bimrama. Mala me şewitî. Gênc e gênc.”

Gamze Çetîn li cihê xwe nikare bisekine. Ji ber ku birayê wê di bin kavilan de maye tebata wê nayê. Ew belkî jî di nava vê karesatê de ya herî bi siûd e. Ji ber ku ji her malek gelek kes di vê karesatê de mirine.

Xwîşka zirarmendek erdhejê Gamze Çetîn got “Hesreta xewê ji çavan birin. Xwedê tu alîkarê hemû misilmanan bî û yê birayê min jî.”

Li ber her kavilek êş û janeke mezin heye. Hejmara kesên di bin kavilan de ewqas zêde ne ku kavila li ber radiwestin endamên malbata wan lê kavilên din jî yên xizmên wan in. Ew nema dizanin ka ji bo kîjan miriyên xwe bilorînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst