Li Semsûrê kesên xwebexş alîkariya mexdûrên erdhejê dikin

13-02-2023
RÛDAW
Li Semsûrê kesên xwebexş alîkariya mexdûrên erdhejê dikin
Li Semsûrê kesên xwebexş alîkariya mexdûrên erdhejê dikin
Nîşan Erdheja Mereşê Xwebexş Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê xwebeşex ji bajarên cûda alîkarî û xwarinê derbasî bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê dikin û bi ser mexdûrên erdhejê dabeş dike.

Piraniya niştecihên Semsûrê hikûmetê rexne dikin û dibêjin, dereng bi hewara wan ve çûye û heta niha jî di nav kavilên avahiyên herifî de kesên zindî mane

Bidestketina kevgîreke biçûk a savarê, parçeyek nan û hinek tirşik, nimeteke van rojan e û niştecihên Semsûra Bakurê Kurdistanê bi nirx û beha dibînin.

Xelkên xwebexş xwarinê didin derbiderên erdhejê.

Ferdî Goktaş bê beramber qeliya xwaringeha xwe aniye cadeya naverasta bajêr.

Niştecihê Semsûrê Ferdi Goktaş jî got: “Me 250 kîlo donera mirîşkê û zêdeyî 2 hezar semûn anîne. Em xwebexş in û bo xatirê Xwedê hevkariya vî xelkî dikin.”

Piraniya niştecihên Semsûrê hikûmetê rexne dikin û dibêjin, dereng bi hewara wan ve çûye û heta niha jî di nav kavilên avahiyên herifî de kesên zindî mane; Emîne Murat yek ji wan kesan e ku piştî 128 demjimêran hat rizgarkirin.

Bi dehan hezar kes derbider bûne. Arda Zor ku wek xwebexş xwarinê pêşkêş dike, behsa mezinbûna karesatê dike.

Nişteciha Semsûrê Arda Zor got: “Bi awayekî baş me karên xwe organîze kirin, xwarinê didin nêzîka 50 hezar kesan. Grûpa me ji dehan kesên xwebexş pêk tê. Me hemûyan karên xwe bicîh hiştine û xwebexş li vê derê kar dikin. Hejmareke zêde ya xelkê derbider in û hikûmetê ti hevkariyeke me nekiriye. Tişta dibînî hemû ji berîka me ye. Her kesek eger bi gotineke xweş jî be beşdar bûye.”

Li gor amarên fermî, li parêzgeha Semsûrê 1939 avahî hilweşiyane û bûne sedema canjidestdana zêdeyî 3 hezar û 100 kesan û birîndarbûna zêdeyî 9 hezar û 700 kesên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst