Parêzgarê Rihayê amarên herî dawî yên erdhejê belav kirin

13-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Rihayê Salih Ayhan ragihand ku ji ber erdhejê li Rihayê 179 kesan canê xwe jidest dane û 8 hezar û 919 kes jî birîndar bûne.

Parêzgarê Rihayê Salih Ayhan îro Duşemê 13ê Sibata 2023an civîneke çapemeniyê saz kir û amarên erdhejê eşkere kirin.

Salih Ayhan got, “Li Rihayê ji ber erdhejê 179 kesan canê xwe ji dest dane û 8 hezar û 919 birîndar li nexweşxaneyan hatine dermankirin.”

Ayhan anî ziman, “Ji ber erdhejê li Rihayê 20 avahî hilweşiyane. Di erdhejê de li bajarê me û li bajarên din bi tevahî 340 Rihayiyan canê xwe jidest dane. Karên wan ên otopsiyê û veşartinê li vê derê tê kirin. Di 72 demjimêrên destpêkê de 144 welatiyên me bi birîndarî hatin derxistin. Bi tevahî 8 hezar û 919 birîndar li nexweşxaneyan hatin dermankirin. Niha 313 birîndar li nexweşxaneyê mane.”

Ayhan dibêje, wan ji bo mexdûrên erdhejê 493 cih amade kirine û li 91 cihan 3 hezar û 186 kon hatine vedan ku nêzîka 25 hezar kes di konan de dimînin.

Her wiha 145 hezar û 930 kes jî li mizgeft, dibistan, malên şînê û holan dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst