Îbrahîm Şêxo: Çarenivîsa bi sedan welatiyên Efrînê ne diyar e

13-02-2022
Hisên Omer
Îbrahîm Şêxo: Çarenivîsa bi sedan welatiyên Efrînê ne diyar e
Îbrahîm Şêxo: Çarenivîsa bi sedan welatiyên Efrînê ne diyar e
Nîşan Îbrahîm Şêxo Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê Welatiyê Efrînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di nava 11 salên şerê navxwe yê Sûriyê de, bi deh hazaran girtî di zindanên hemû aliyên şer de hatine girtin. Bi hezaran ji wan bêserûşûn in. Bi sedan ji wan di bin îşkenceyê de hatine kuştin. Herwiha Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov a Efrîn Îbrahîm Şêxo diyar kir ku bi hezaran xelkê Efrînê bi tohmetên cuda hatine girtin û hê jî çarenivîsa wan ne ne diya re.

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ji dema ku ji aliyê Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ve hatiye dagîrkirin, çarenivîsa bi sedan kesên ku hatine revandin û girtin heta niha ne diyar e.

Li gor Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê, ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, 8 hezar û 119 welatî hatine girtin, 1000 ji wan jin inê.

Herwiha Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê dide zanîn ku ji sedî 35ê wan bêserûşûn in û 90 girtî jî di bin îşkenceyê de hatine kuştin.

Berdevkê Rêxistina navbihurî, Ibrahîm Şêxo, ku li nav kampên herêma Şehbayê koçber e, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa binpêkirinên li dijî mafê girtiyan kir.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov a Efrîn Îbrahîm Şêxo di derbarê mijarê de dibêje “Piştî çar sal derbas dibin sala pêncan, bi hezaran xelkê me yên sivîl jin, mêr, zarok, kalemêr bi tohmetên cuda ji bo ku pere ji wan bistînin hatin girtin. Çarenivîsa piraniya wan hîn ne zelal e. Yên ku zindanên Tirkiyê de girtî ne, ne parêzer dikarin derbas bibin û ne jî malbat çarenivîsa wan zanin. Di zindanên Tirkiyê de mafên wan tên binpêkirin.”

Li gor raporên rêxistinên mafên mirovan, hikûmeta Tirkiyê hejmarek ji girtiyên Kurd ji herêmên Efrîn, Serê Kaniyê û  Girê Spî, ji nav xaka Sûriyê bo Tirkiyê veguhestine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst