Li Silêmaniyê di penagehekê de 80 seg mirin

13-02-2022
RÛDAW
Li ser mirina segan komîteyek hat avakirin
Li ser mirina segan komîteyek hat avakirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Silêmaniyê di penageha segên ku ji kolanan hatibûn komkirin de herî kêm 80 seg mirî hatin dîtin. Herwiha piştî mirina bi dehan segan Silêmaniyê, bajêrvaniya wê parêzgehê tîmek bo dûvçûna mijarê pêk anî.

Ev nêzî mehekêye ku bajêrvaniya Silêmaniyê, penagehek bo segên bêxweîd vekiriye û zêdetri ji 500 segan lê têne xwedîkirin. Lê di dûvçûneke Rudawê ya berî 10 rojan de, diyar bû ku gelek kêmasî lê hene.

Gelek seg nexweş in

Penageh weke cih, segan ji serma zivistanê û germa havînê naparêze. Herwiha gelek segên nexweş lê hene lê derman û çarerseriya pêwîst li ber dest nîne.

Li ser torên medyaya civakî roj Înê wêneyên segên mirî yên di penageheke li Silêmaniyê de hatin belavkirin.

Hat destnîşankirin ku sedema mirina segên di penageha ku şaredariyê ava kiribû de, enfeksiyona bi navê 'distemper parvoviruses' e ku bi hêsanî di nav segan de belav dibe.

Derbarê mijarê de Cîgirê Serokê Komeleya Parastina Ajelan a Kurdistanê ji Peyamnêrê Rûdawê Horvan Rifat re axivî û got, “Sedema sereke nexweşî ye. Gelek seg nexweş ketin û mirin. Lêbelê, sedema nerasterast bi rêveberiya stargehê ve girêdayî ye.”

Li ser mirina segan komîteyek hat avakirin

Piştî mirina bi dehan segan li Şêlterê Silêmaniyê, bajêrvaniya Silêmaniyê tîmek bo dûvçûna mijarê pêk aniye, lê heta niha çi sedem bo jinavçûna wan segan destnîşan nekirine.

Peyamnêrê Rudawê eşkeraekir, heya 70 kuçik mirine, Seroka Bajêrvaniya Silêmaniyê Leyla Umer jî ragihand, çend nimûne bo pişkinîna Veternerî û taqîgeha navendnî şanidne da ku bizanin sedema mirina bi kom a wan segan çiye. Herwiha wergirtina segên bê xwedî jî, heta demeke nediyar rawestand.

Penageh li ser 5 hektar erd hate avakirin

Penageha segan a şaredariya Silêmaniyê li ser pênc hektar erd hatiye çêkirin û çar beşên wê hene.

Parlamenterê Silêmaniyê Sîrwan Baban jî diyar kir ku ev penageh têra segên bêxwedî nake û got: “Penageh tam ne guncaw e ji ber ku tenê mehek berê hatiye vekirin. Li vir heywanan dixin girtîgehê. Berê heywan li kuçeyê bûn û mirovan xwarin û goşt didan wan. Lê li vir nikarin tiştekî bixwin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst