HSDê fînanserekî DAIŞê li Reqayê girt

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro Yekşembê ragihand ku hêzên wan fînanserek li bajarê Reqayê, paytexta berê ya Dewleta Îslamî (DAIŞ) girtin, ku di vîdyoyekê de li xwe mikur hat ku fînansekirina rêxistina terorîst dike.

Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand ku îro di operasyonekê de yek ji fînanserên şaneyên DAIŞê li herêmên Rêveberiya Xweser li bajarê Reqayê hatiye girtin.

Kesê girtî navê wî 'Mihemed Ehmed Kerez' û ji bajarê El-Babê yê li bakurê Sûriyê ye û ji ber rewşa li Sûriyê, li bajarê Reqayê bicih bûye. HSD dibêje, ew kes berpirsê gihandina alîkariyan ji bo malbatên DAIŞê yên li kampa Holê jî bûye.

Di daxuyaniya HSDê de tê gotin, “Yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, terorîst û berpirsê belavkirina alîkariyan û fînanskirina şaneyên terorîst ên rêxistina terorîst a DAIŞê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girt. Ev kes heman demê pere digihand malbatên endamên rêxistina terorîst ên li kampa Holê.”

HSD dibêje, ew kes li xwe mukur hat ku alîkariya ji hin aliyên li Tirkiyê û herêma Idlib a li bakur rojavayê Sûriyê ve dihat, werdigirt û paşê li şaneyên terorîst ên rêxistina DAIŞê belav dikir.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar dike, “Terorîst li xwe mukur hat ku şaneyek ava kir da ku bazirganên bajarê Reqayê şantaj bike û di bin gefan de wan neçar bike ku pereyan bi navê (Zikatê) bidin wan û paşê wan pereyan li şaneyên DAIŞê belav bikin.”

Di beşeke daxuyaniyê de tê gotin, “Herî dawî terorîst hewl da ku mayînek li pêşiya dukanekê biteqîne. Terorîstê (Kerez) beriya ku mayînê biteqîne, di çalakiya Hêzên Taybet ên HSDê de hate girtin.”

HSD amaje bi mikurhatinên Mihemed Ehmed Kerez û aşkerekirina çavkaniyeke din a girêdayî şaneyên fînanskirina DAIŞê dike û dibêje, “Mîsyona vê çavkaniyê şantajkirina bazirganan e, her wiha zextê  ku li wan dikin da ku pereyan bidin. Terorîst têkiliya xwe bi kesê bi navê Îbrahîm re eşkere kir ku erka wî wergirtina bombeyan ji heman herêmên ku pere ji wan tê (Tirkiye û Idlib) da ku bazirganên herêmê yên ku pereyan nadin şaneyên rêxistinê bikin hedef û şantaj bikin. Ev terorîst sûd ji nasîna terorîst (Kerez) bi bazirganên herêmê re werdigirt, ji ber ew li sûkên mezin ên bajarê Reqayê dixebitî.”

Mihemed Ehmed Kerez di beşeke mikurhatinên xwe de derbarê hevakriya xwe bi kesê bi navê Îbrahîm re dibêje, “Min di sala 2021an de bi Îbrahîm [hevkarê Kerez] re li Reqayê dest bi kar kir. Wî ez erkdar kirim ku ji Idlib û Tirkiyê hin çekên pere werbigirim û wan li şaneyên DAIŞê yên li kampa Holê belav bikim.”

Nêzîkî 56,000 kes li kampa Holê ya li nêzîk bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê dijîn, ku piraniya wan jin û zarokên çekdarên DAIŞê ne.

Mihemed Ehmed Kerez ku îro ji aliyê hêzên taybet ên HSDê ve hat girtin, behsa wê yekê dike, ku kesê bi navê Îbrahîm bi rêya bombeyan gef li bazirganên Reqayê û herêmê dixwar daku pere bidin DAIŞê û dibêje, “Îbrahîm bombeyek li bin avahiya ku ez tê de dimam bicîh kiribû, û ev yek ji wan bombeyan bû ku wî bazirgan bi wê tehdîd dikirin daku DAIŞê fînanse bikin.”

Di meha borî de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê hişyarî dabûn civaka navdewletî ku çavên xwe li ser operasyonên fînansekirina DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê digire.

Rayedarên Kurd berê jî dabûn xuyakirin ku kampa Holê “bombeyeke demkî ye” û rewşa kampê “gelekî metirsîdar” e.