Heyder Şeşo: PKK li Şingalê rê li ber Tirkiyê xweş dike
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêzên Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo ji Rûdawê re ragihand, PKKê û aliyên nêzîkî wê rê ji bo encamdana Tirkiyê ji operasyonekê li ser Şingalê xweş dikin.
Li aliyê din Heyder Şeşo ragihand ku programa Heşda Şeibî jî ew e ku şer li Şingalê çêbibe û xelkê Şingalê ji bajarê xwe derkevin.
Heyder Şeşo got jî, take çareser ji bo rewşa Şingalê bicîhkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê ya dinavbera Hewlêr û Bexdayê de ye.
Berdevkê serokkomariya Turkiyê Îbrahîm Kalin jî çend roj berê di derbarê operasyoneke li ser Şingalê de ragihand ku rêkeftina Şingalê girînge ji bo nehiştina gef û metirsiyan lê Îraq û Herêma Kurdistanê jî dizanin ku rewş aloze û ne hêsane û pêwistî bi karkirina hevbeş heye, ji ber ku ew navçe korîdora terorê ye.