Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî beşdarî di Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de dike û îro ber bi Almanyayê ve birêdikeve. Di vê konferansê de Mesrûr Barzanî dê behsa qurbanîdanên Hêza Pêşmerge di şerê li dijî terorê û gefên berdewam ên DAIŞê bike.
Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Pêncşemê 13ê Sibatê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeke hikûmetê serdana Almanyayê dike, daku beşdariyê di Konferansa Asayişê ya Munchenê de bike.
Konferansa Asayişê ya Munchenê sibe di 14ê Sibatê de dest pê dike û dê heta roja Yekşemî 16ê Sibatê berdewam be.
Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê gotin: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê li gel berpirsên mezin û rayedarên cîhanê yên beşdar di konferansê de hevdîtinan pêk bîne û bi wan re rewşa niha ya Iraqê û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî gotûbêj bike.”
Mesrûr Barzanî jî derbarê vê serdana xwe de ji rojnamevanan re ragihand: “Di çarçoveya Konferansa Munchenê de dê çendîn hevdîtinên me li gel berpirsên mezin ên cîhanê hebin û em dê behsa qurbanîdanên Pêşmergeyên qehreman di şerê li dijî terorê de û gefên berdewam ên DAIŞê û terorê bikin, ku ji bo rêbirûbûna wan gef û metirisyan, pêwîstî bi hevahengiyeke bêtir a civaka navdewletî heye.”
Pêştir Nêçîrvan Barzanî wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê beşdarî di Konferansa Asayişa Munchenê de kiriye û her di çarçoveya wê konferansa navdewletî ya ewlehiyê de, li gel hejmarek berpirsên mezin ên welatên cîhanê civiyaye.
Îsal jî Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê bi awayekê fermî hatiye vexwandin, daku beşdarî di Konferansa Asayişê ya Munchenê de bike.
Konferansa îsal a Munchenê 56mîn gera wê konferansa navdewletî ya ewlehiyê ye ku dê ji 14 heta 16ê Sibatê li bajarê Munchen ê Almanyayê bihê lidarxistin.
Di wê konferansa cîhanî de, biryar e gotûbêj li ser pirsgirêkên ewlehiyê û herwiha dilgiraniyên paşrojê yên di ware ewlehiyê de, bi taybet jî ku pêşkevtina teknolojiyê berdewam e, bihê kirin.
Di konferansa îsal a Munchenê de, dê bêtir behsa berevanî û siyaseta ewlehiyê, ewlehiya elektronî û gefên teknolojiyayê, ewlehiyaa mirovayetî û aborî, çavkaniyên ewlehiyê û herwiha ewlehiya derveyî sînorê welatan, bihê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse