Piştî 6 salan Qoser bi rengê spî xemilî

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Qoserê yê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve piştî 6 salan berf barî û ev yek ji aliyê xelkê ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Barîna berfê li Mêrdînê ji doh Çarşemê demjimêrên êvarê ve dest pê kir, herwiha di demeke kurt de navçeya Qosera Mêrdînê jî bi rengê spî xemilî.

Ev yekemîn barîna berfê li Qoserê piştî 6 salan e û xelkê navçeyê bi barîna berfê gelek dilxweş bûn, herî zêde jî zarok kêfxweş bûn û welatî jî derketin derve û kolanan. Ciwan û zarok çûn Meydana Komarê û bi dilê xwe bi berfê leyîstin û demek xweş derbas kirin.

Welatiyên Qoserê dibêjin, ew 5-6 sal bû ku li wê navçeyê berf nebarîbû û bi barîna berfê gelekî kêfxweş in.

Qeymeqamê Qoserê Huseyîn Çelîk jî ragihand, ji ber rewşa nebaş a keşûhewayê û barîna berfê,  îro dibistan hatine girtin.