Neviyê Şêx Seîd: Me ji bo dîtina cihê gora Şêx Seîd 3 komîte damezrandin

Amed (Rûdaw) - Neviyê Şêx Seîdê Pîran ê bi navê  Elî Seîd Firat ragihand ku wan ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd 3 komîte pêkanîna û dê dozeke taybet vekin ku dewlet bi fermî cihê gora wan eşkere bike.

Neviyê Şêx Seîdê Pîran, Elî Seîd Firat ku di heman demê de yek ji rêvebirên Komeleya Şêx Seîdê Pîran bû mêvanî birgeya Taştê ya bernameya “Nûroja Dostan” a Rûdawê bû û behsa doza Şêx Seîd û hewldanên ji bo eşkerekirina gora wî kir.

Elî Seîd Firat ji Rûdawê re da xuyakirin ku wan ji bo eşkerekirina cihê goran Şêx Seîd 3 komîte pêk anîne û ew dê dozeke taybet vekin daku dewlet bi fermî cihê gora Şêx Şeîd û hevalên wî eşkere bike.

Neviyê Şêx Seîdê Pîran herwiha da xuyakirin, ku Şêx Seîd û hevrêyên wî li ber deriyê kelaha Amedê hatine darvekirin û piştre hatine veşartin, lê her bi cil û bergan ve hatine veşartin.

Derbarê vê yekê de Elî Seîd Firat dibêje: “Di meha Mijdara 2019an de me li Amedê me bi mebesta ka em dikarin ji bo eşkerekirina gora Şêx Seîd û hevalên çi bikin civînek li dar xist. Me ji bo doza dozek taybet bi eşkere kirina gora Şêx Seîd û hevalên wî 3 komîte ava kirin. Yek komîsyona hiqûqê, yek komîsyona lêkolînê û yan din jî komîsyona agahiyên çapemeniyê bû. Piştî wê civînê me sê civînên din jî pêk anîn. Li ser xebatên wan komîsyonan gelek tişt hatin eşkerekirin. Hinek belge li ba me hene ku me bi rêya lêkolîner Kerem Serhedî bi dest xistine.

Ji xwe tevahiya gelê Amedê dizane gora Şêx Seîd li kuderê ye. Şêx Seîd û 46 hevalên xwe li Qada Deriyê Çiyê hatin daliqandin û ew li wê derê weke komî hatine veşartin. Li ber deriyê Sûrê heta leşkergehê bi qasî di nav 200 metreyan de hatine veşartin.”

Firat dibêje, ew dixwazin cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî diyar bibe, daku bikarin mezarekê bo wan çêkirin.

Serhildana Şêx Seîd

Serhildana sala 1925an a bi rêbertiya Şêx Seîd ji navçeya Pîranê ya Amedê dest pê kir û di demek kurt de li bajarên Çewlik û Elezîzê belav bû.

Lê Şêx Seîd û 46 hevalên xwe di heman salê hatin girtin û li Qada Dagkapi ya Amedê hatin îdamkirin.

Cîhê gora Şêx Seîd û hevalên wî ji ber ku heta niha arşîva dewleta Tirk nehatiye vekirin, nayê zanîn.

Li gorî dîroka fermî ya Tirkiyê serhildana Şex Seîd “serhildanek olî” bû lê li gorî kurdan ev serhildan ji ber ku komara nû wê heyamê hatibû avakirin, mafên Kurdan înkar dikir.

Tevî daxwaza malabata wî ji ber ku arşîvên dewletê nayên vekirin hêj cihê gora Rêberê kurd Şêx Seîd naye zanîn.