Nêçîrvan Barzanî ji ber erkên li Kurdistanê beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê nabe

13-02-2020
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê nabe ku dê rojên 14-16ê vê mehê birêve diçe.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî ji ber beşek ji kar û erkên pêwîst li Herêma Kurdistanê, beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê nabe.

Serokê Kurdistanê bi fermî hatibû vexwendin bo wê konferansê ku îsal 56mîn car tê encamdan û biryar e li gel pirsgirêkên berdewam ên asayişê, behs li ser nîgeraniyên paşerojê jî bê kirin, taybetî jî ku teknolojî li ser geşestandina xwe berdewam e.

Di Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de, li gel çendîn pirsên sereke yên peywest bi asayişa cîhanê, hevdem bi dehan dîdar û kombûn jî di çarçoveya wê konferansê de birêve diçin.

Herwiha Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ji bo beşdarîkirina di wê konferansê de îro ber bi Almanyayê bi rê dikeve.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berî niha weke Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê bûbû û di çarçova wê konferansê de li gel berpirsên pilebilind ên cîhanê kom bûbû.

Sala 2018an, di demeke ku hê jî gemaroyên li ser Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve berdewam bûn, Nêçîrvan Barzanî bi serokayetiya şandekê beşdarî konferansa Munchenê bûbû û li wê derê li gel serokwezîrê Iraqê yê wê demê civiyabû.

Di wê civînê de gotûbêj li ser çareserkirineke aştiyane bo pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatibûn kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst