Pulur bûye cihê geştiyariya zivistanê

13-02-2018
RÛDAW
Dêrsim
Dêrsim
Nîşan Dersîm Pulur Zivistan Geştiyarî Xweşimetandin
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Navçeya Pulur a Dêrsimê ji ber berfa zêda bûye cihekî geştiyarî ya zivistanê.

 

Ji hemû navçeyên Dersimê herî zêde berf û baran li navçeya Pulur dibare. Navçeya Pilemûrê her sal 6 mehên xwe di bin berfê de derbas dike. Ji ber berfa zêde ya li navçeya dibare ev der bûye cihekî geştiyarên zivistanê ya herî girîng. Welatiyên Dersimê dibêjin ew dixwazin hemî kesên ku ji berfê û xweşemitandinê hezdike bila berê xwe bide navçeya Pilemûrê.


Navenda xweşemitandinê ya li navçeya Pulur kêmtirî cihên xweşemitandinê yên Tirkiyê nîne.


Welatiyên ku ji berfê hezdikin,di dawiya hefteyê de, berê xwe didin navenda xweşemitandinê. Ev yek jî bandoreke baş li ser aboriya vê herêmê dike.


Navçeya Pulur 6 mehên salê di bin berfê de derbas dike. Ji ber berfa zêde û qaliteya wê ji aliyê Wezareta Ciwanî û Werzîşê ve navendeke xweşemitandinê ya mezin hatiye çêkirin.


Rêveberê otela li navenda xweşemitandinê Murat Solmaz ji Rûdawê re got: “Heta 75 kesan dikarin li otela me birazin. Li Dersimê herî zêde li navçeya Pulur zivistan dijwar e û berf dibare. Berfa ku li ti cihekî tine li vê derê heye 6 mehan berf erdê digire. Werzîşvanên xweşimetamdinê yên herî xort li vê derê tên perwerdekirin. Ez jî werzîşvanim. Em dixwazin hemî werzîşvan û hezkiriyên berfê werin vê derê bibînin.”


Piştî vekirina vê navendê, navçeya Pulur bûye  yek ji cihên girîng yên geştiyarên zivistanê. Li vê derê ji 7 salî hetanî 70ê salî herkes demên xweş li ser berfê derbas dikin.


Ne tenê ji Dersimê û navçeyên wê, di heman demê de ji gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî hezkiriyên berfê berê xwe didin vê derê.


Navenda xweşemitandinê ya Pulurê ji hemî aliyan ve bandoreke baş li ser jiyana welatiyan a rojane dike. Lewma xelkê Dersimê daxwazê dikin ku hemî hezkiriyên berfê û kesên ku ji xweşemitandinê hezdikin, berê xwe bidin cihê geştiyariyê yê navçeya Pulur a Dersimê. Bi gotina wan zivistana herî dirêj û xweş li Pulurê ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst