EFRÎN – Şer, talan û wêrankirin berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva Duşemê li ser Sêşemê û heta sibeha îro, şer û pevçûn li çendîn eniyên şer ên herêma Efrînê, di navbera hêzên HSD û hêzên hikûmeta Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî wê de berdewam in.

 

Çavkaniyeke taybet ji Herêma Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şeva borî derdora saet 9an, balafireke şer a Tirkiyê çiyayê Remedan a li rojhilatê Sinarê bi 3ê rokêtan bombebaran kiriye.

 

Heman Çavkaniyê diyar kir ku li devera Cindirêsê şer û pevçûnên dijwar ji gundê Dêrbelûtê û heta Aşkê Xerbî berdewam bûn.

 

Li gorî çavkaniya taybet, hêzên êrîşker piştî girên Hemamê niha gihiştine çiyayê Bêreqdar ku dikeve navbera gundê Aşkê Xerbî ser bi Cindirêsê û gundê Meraniyê ser bi Şiyê.

 

Ji devera Raco jî, çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re da zanîn ku Navenda bajarokê Raco û gundên derdora wê bi şêweyekî heremekî anku ketûber tên topbaran kirin.

 

Li gorî heman çavkaniyê zerar û ziyaneke zêde gihiştiye bajarok û gundên deverên sînorî. Çavkaniyê diyar kir ku piraniya xelkê wan deverên sînorî koçber bûne û karûbarên xelkê bi temamî rawestiyane û rewşa wan pir zehmet bûye.

 

Çavkaniyê herwiha da zanîn ku ew gundên ketine destê hêzên êrîşker, ji aliyê çekdarên opozisyona Sûriyê ve tên talankirin.

 

Her li bajarokê Reco, di encama topbarankirinê de, dibistaneke ku rêxistina UNICEFê ya ser bi Neteweyên Yekgirtî li deverê vekiribû wêran bûye.

 

Ji roja 20ê meha çile ve, êrîşên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê bo ser Efrînê berdewam in. Wêrankarî û koçberiya ji deverên ser sînor jiyana xelkê wan deveran pir zehmet û dijwar kiriye.